li ber pencerê Lyrics
- Genre:World Music/Folklore
- Year of Release:2023
Lyrics
Li ber pencerê
Bûme siya te
Maçên wê şevê
Tînim bîra te
Girî min nevê nevê
Lê barana te
Min ji dil pirsî
Dilo bi yarî?
Çawa xwe digirî
Bi xwe dikarî?
Rastî bibêje
Tu evîndar î?
Çawa xwe digirî
Bi xwe dikarî?
Rastî bibêje
Tu evîndar î?
Dibim derya şîn
Şeh dikim pêlan
Gulên geş bi bîn
Melhem û derman
Tu peyv û jenîn
Mûzîka ziman
Bi kû ve diçî
Çaverê dibim
Dimînim li cî
Mem bê Zîn dibim
Dibim evîndar
Har û dîn dibim
Li ber pencerê
Bûme siya te
Maçên wê şevê
Tînim bîra te
Girî min nevê nevê
Lê barana te
Min ji dil pirsî
Dilo bi yarî?